Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mem Ronga

Mem Ronga

2 görüntülenme 0 beğeni
Derî Derî Derî Virda dinêrim derî Wirda dinêrim derî Derîkirine herderî Derî hene dar ji darê kevot Derî hesin wek ûr û tirsên yên pişt mezin Derî hene derî Wek derîyên koxan -li pişt wan heryek li ser çar darikê bi êş û jan Panzde serî- Derî hene derî Li pey hev bi notirvan Hin bi bertîlê vedibin Hin bi firotinê Derî hene vedibin berdestî sibê Bi singûyan Derî hene vebûna wan Bi satilcanê jana zirav Bi xêra Mirina Zarûyan Virda derî Wirda derî Deverek nema vekirî Afirandin kilîtek mezin û zingarî Hin ji qelenê hin ji esalet werdekîya nav mirîşkan Avêtin ser derê dilan û radan Derî Derî Derî Nabe Wiha naçe serî Ev helbest sala 1978an, di kovara “tîrêj”ê, di hejmara 1`em de (rp. 35) çap bûye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mem Ronga şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz