Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mem Ronga

Mem Ronga

2 görüntülenme 0 beğeni
Dixwazim Li ser sîlika peravên te xwe vezelînim Guhdarî bikim li xulxula strana teya nemirîyê Avjenîyê bikim li kûrayîyên ava te ya hênika jîyanbexş Ku çi mûcîzeya derdixe ji axa hişka terklêketî Bihêle Li „çerx û berx û merx“ê te bigerrim Li tarî û çaltikên te yên nepenî Quncikên destpênebûyî Hembêza xwe veke Bila refên kevokan Xwe li bilindahîyên dilê te yî berz bigrin Hêvî û xwezîya bimilmilînin Ji dengê te yî jîrik guhdarî bikim Ji serî ve dest pêbike Ji min re Yek bi yek Kit bi kit Vebêje Evîna kûrtirîn Strana dirêjtirîn Ya te bihîstî Gelên te nasî çirisandinên kumzirîyên wan romayîyên ji nava xwe têr Tîbûna hespên `ereba û wehşeta ji rûyê moxolên kavilker dîbarîya Kî hat û çû Kî hebû û ma Dîroka heta niha bi awakî dinê hatîye gotin Dîroka heta niha nehatîye gotin Ava pîroz Herrikandina zîvîn Sirrê bêdawîyê Tu yî kok Tu yî destpêk

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mem Ronga şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz