Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Subhan ji mîrê Qadirî Adem ji tînê çêkirî Qalib bi rûhê hey kirî Wesfan çi bêjim ya Rebî! Wesfê di mîrê ekber e Kê taqet e ket defter e Her Wahidê witr e fer e Haşa ku wî ‘uzwek hebî Haşa hebin ‘uzw û cesed Tehwîlê îmkanê xired We lem yekun kufwen ehed Zatê qedîm her dê hebî Zatê qedîm û pakî ye Heyy û ‘Elîm û Hadî ye Navek ‘ezîm û ‘alî ye Ê sermedî dê j-xwo we bî ‘Alî ji e’razan we ne Lutf û kerem her wî hene Hakim ew e bê mesken e Erdek heye ew lê nebî? Bê mesken e ew Qadir e çavan veke her hazir e Ustadê çerxa daîre Qismet dihê şeyx û sebî şêx û sebî her middetê Ew raziq e rizqî detê Baxbanê çaxê wehdetê Ya Reb tu yî her dê hebî Ya Reb tu yî ji nûr î tu Sultanê jêr û jûr î tu Her hazir î ney dûr î tu Dûriyek hebî ew dê-j me bî Ê dûr ji te xusran e lê Hem zulmet û hîcran e lê Nêzîkî te xufran e lê Xeffarê merdê muznib î Xeffarî xweş sûltanî tu Xellaqê rûh û canî tu Darindeyê keywanî tu Sazendeyê neh lewleb î Sazendeyê neh pancer î Mutleq tu şahê ekber î Mulkiyyeta enguşterî Te da Suleymanê nebî Mulkiyyeta lewh û qelem Tehtessera û ‘erş û hem Bal ve xudanî dikey hekem Bexşendeyê her mensebî Bexşendê her ecram û ‘erş Anî zuhûrê mulkê ferş Summestewa balayê ‘erş Mîrê ezel tuy ya Rebî! Min mîrekê Xeffar heye Sultanekê Settar heye Hêj min huba pêrar heye Ya Reb derê feyzê vebî Min dî vebûn dergah û der Ê têkelî bangê seher Der kûş û hûş im şud xeber Batey! Bixwaze metlebê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz