Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ya Îlahî ez xerîb im daîma her dil kebîb im Bê hebîb im bê tebîb im mam di nav qewmê xerîb Metrûkê bab û bira me sohtîyê şem' û çira me Kuştîyê dest dîlbera me mam di nav qewmê xerîb Kuştîyê tîra xedar im kes nenas im ez dizarim Ez feqîr im ustuxwar im mam di nav qewmê xerîb Ez feqîr im bê newa me rûreş im ez rûsîya me Racîyê 'efwa xuda me mam di nav qewmê xerîb Aşiq im bê kar û kesb im ez feqîr im dûrîdest im Serxweş û sekran û mest im mam di nav qewmê xerîb Serxweş im min hal tunîne cergê min safî birîne Her dirêjim av û xwîn e mam di nav qewmê xerîb Av û xwîna dil me kerr kir ah û wah cergê me zer kir Xurbetê hal im xerab kir mam di nav qewmê xerîb Terkê ewtana xerab e ez neçar im çare nabe Ya Îlahî dê çawa be mam di nav qewmê xerîb *Li gor Xalid Sadinî û Celîlê Celîl ev helbesta Melayê Bateyî ye. Lê li gor Mela Ehmed Hîlmî Qoxî - Dîwana Cami' helbestvanê helbestê nayî zanîn. Me helbest ji pivokhez.blogspot.com'ê wergirt.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz