Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey ne`tê tû ez erş heta ferşê şehîra Ey pertewê nûra te cîhan geşte munîra Ey seyyidê alem bike perwayê esîra Qed kane leke`l-fedlû lek el cûdû kesîra Ursilte île`l xelqî beşîren we nezîra Taha tu resûlê milkê erşê ezîm î Der behrê kemalî tu tenê durra yetîm î Lu`lu` sifet î der sedef î behrê kerîm î Ehsentir î ez Yûsufê sedîqê helîm î Ma kane leke`l nasû şebîhen we nezîra Ey serwerê dîn, mehbetê ayatê mukerrem îsmê te ye hindî sefehan buye mufexxem Lutfa te şeyatîn ji sema kirne mureccem Ger tu nebuya qet nedibû çerxê mu`ezzem Tuba lîmen eşfeqte lehû kunte mucîra Ey le`elê lebit `ezmê ji mîmê dike îhya Cûşan û xurûşan ji firaqa te ye derya Pur şewq xuhar û bi te ser geşte Sureyya Herçî ku bi şer`a te `emeldar e di dinya Kanet lehum el-xuldû herîren we serîra Fexru l`mekanê padîşehê textê Medînê Yek lehze geha erşê xeraman be meşînê Te çerxê felek bûne ji sergeştî evînê Xelqê ku neînit bi te îman û yeqîne Tek bûne xisarat û seyslewne se`îra Barane selatan ji Xuda subh û `eşiyya Ber seyyidê muxtarê Resulê `Erebiyya Ber al û eshabê hebîbê Qureyşiyya Siddîq û çe Farûq û çe` Usman û Eliyya Kanû leke fî`d-dînî mu`înen û zahîra Ey seyyidê alem senedê nûra hidayet Hêvî dikin em ji te ey sedrê rîsalet Mehrûmî negîrî me ji dîwanê şefa`et Batî be cehennem bite pur war qiyamet Qed kunte lehû sume şefîen û zehîra

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz