Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji çirya paşî pê da Melayê Bateyî kanê Sefer kêşa bi Miksê da Li ser weqtê zivistanê Zivistanê evî yolê Evî beryê evî çolê Mijê avête derdolê Xwinavê girtî kêstanê Xwinavê girtî nesrînê Cemed çêbû li sewlînê Girya me tê ji bo asmînê Zerî nayêne seyranê Zerî tên û diyar nabin Coşil tên û star nabin çi cindî tên siyar nabin Bûye tarî li kolanê Bûye tarî û zulmat e Sir û serma ji nû hate Yeqîn kanûn eda hate Binêrin dax û kovanê Binêr daxa me êxsîra Xezam zer bûn rezê mîra Reyhan barî di avê da Reyhan barî di eywanê Perîşan in li hingorê Ji Comerza gola jorê Mecalêd Berçela borî Zerî nayêne seyranê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz