Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav dax û kovana evînê sotî canê min tevav extera subha se’îd î reşrihana ta belav filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed çengelek avête dil kun kir li min dad û meded qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal laubal î çardexal î çardesala kê yî tu şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz