Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Melayê Bateyî

Melayê Bateyî

2 görüntülenme 0 beğeni
el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen tar û mar im, întîzar im, sehsiwara min nehat pertewa şem`a cemalî, min disojit dem bi dem iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem ma mededkarê me bit "înna fetehna" subh û dem weme,sotim ateşê dil, şehriyara min nehat şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser badeoş im, pirxuroş im, bêyîhoş im derbider hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn`nezer bîlfîraqê lî`ttelaqî bê sikûn in ta seher xwabê nûşîn ba ezîz im, dilnîgara min nehat meclisa bê saz û hey-hey, min nevêt naçimeyê bê defû bê çeng û bê ney, min nevêt naçimeyê bezmeya bêyara batê min nevêt naçimeyê bêfîraxet yara batê `eşwekara min nehat *helbesta wî timam nebûye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Melayê Bateyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz