Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Necîm

Kemal Necîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Konek min heba Di deriya çavên tede vegirta Minê hemû germa havîna te Di deriya evîna xwede bişûşta Minê ji vê şeva tey fedyokre çiroka rojên tey dirêj û westiyay bixwenda. Xweziya vê havînê li şûna kaniyên tey miçiqî firek av bidîta Minê pirsa wan bikira ku çûn û nehatin û bihna şewatê! çîroka axa dipaniya lingê şivanê sêzdesalîde qelişîbû li wî gundê jorîn Ka ji minre bêje şivano zarokên vî gundî çima nagirin ..? Dibe ku li hêviya biharê dikenin. Yarek min heba bila navê wê kobanê bana Minê ji herdû lêvên wê ji deriya çavên wê firek av vexwara yek jî bida piçûkan Bila paşê bigota: yara te jî xwe şewitand

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Necîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz