Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Necîm

Kemal Necîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Helbestên Te Yên Duh ....... gelek sersal bêyî ku şopên xwe winda bikin di gundê te re derbas dibûn... gelek zarok bêyî ku xatirê xwe ji te bixwazin ji temenê te bar dikirin ......... piştî hemû sersalan dîsa gelek malikên helbestên te yên duh mîna xwe mabûn asman şevên sersalê gundê te yê bi du navan rêya tirênê ya hesinî... tenê keziyên te dirêjtir dibûn û bejna te mîna şaxên Lavlavkê bi neynikan ve hildikişya.... .......... nayê bîra te tu cara yekemîn di kîjan neynikê de hînî xwe bûyî nejî neynik dizanin di kîjan wêneya zarotiya te de cara yekemîn şikestin..... ....... *** Helbestên Te Yên îro neynika te ya duh êdî têra xwendina wêneyên te yên îro nake..... ...... ne hindikin malikên ku mîna te mane mîna te dikenin mîna te digirîn mîna te radizin mîna te keziyên xwe şeh dikin...... lê nehindikin malikên te yên ku îro heme îro bi tîerkê ti kuştin bi tîrekê kuştiyên te zindîkirin... ...... neynika te ya duh êdî têra xwendina wêneyên te yên îro nake...!! sersalên ku di rûpelên bîranîan de bûbûn payizeke zer..!! hevalên ku têra xwendina fincana te jî rûneniştin..!! şevên zivistanê yên dirêj..!! berçavka te ya ku di nav toza xatir xwestinê de westiya westiya...!! û dumana cixareya te ya ku têra veşartina bîstikek bêrîkirin jî nake..!! ....... nayê bîra te tu di kîjan malikê de bûyî axîn nejî axîn dizane di kîjan wêneyê de konê xwe li ser riwê te vedaye.. ......... *** Helbestên Te Yên Sibe ........ payizek û gelek demsalên din.. kenek û gelek giriyên din.. derya û asman û gelek rengên din.. evîn û gelek razên din helbest û gelek malikên din neynikek û gelek wêneyên din...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Necîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz