Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Necîm

Kemal Necîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Hew maye ku cara heftan jî biherifim.... Kîjan taûsê melek dikare şanikên min bicivîne agirê xwe.. Hew maye ji nişka ve bi tev û hemû navên xwe bibim tenek xwê û nemînim..! Hêjî li xwe nanihêm pûtê mêraniya xwe ya kurmancî hilweşînim Ne di oxira te de Nejî di oxira helbestên xwe yên mê de.. Li xwe nanihêm pelika tiwê ji ber eza xwe ya newêrek bidim alî... *** Di navbera min û te de heft asmanên mişt pêxemberên nêr hene..!! *** Salên xurû payîn ava pişta min têk birin Ez êdî axeke têkçûyî me Ne têm ajotin Nejî jînenîgariya miriyan li ser min tê xwendin.... *** Min ji tr re got....? Di navbera min û te de heft asmanên mişt pêxemberên nêr hene..!! Ji wan weye ku tu ji parsûya axeke têkçûyî hatî afirandin *** û tu her ew jinî, Jina bablîsok....!! Bayekî te bi girr e, yek bi evîn e... Kes nizane berê bahoza te li kû ye. Kes nizane tiwê kengî sira xwe ji nav hestiyên min vekişîne..! Girra xwîna te ya sar Bêhntengî û bêhnferehiya te Ji xwe carna jî bablîsoka evîna te ya bi hêrs Dike min ji ra hilke.. û di guldanka li ber serê nexwşê te yê dawî de biçîne...! *** û ez,nexweşê te yê pêşîn Li ber serê min telefoneke lal û gulên sala çûnî... mîna tabloyeke Bîkaso bi ser guldankê de wervîne....!! *** Ji te weye ku birînên min heme vê gavê ditewirin... Qey ji te weye ku bi tîrekê dimirim bi yekê zindî dibin... De bila xwena te xêr be...!!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Necîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz