1
Li şûna pêşgotinê
Dereng bû
çaxê tu li kuştina xwe muqir hatî
û ez jî li
newêrekiya
xwe.....
....................
2
(............)
Tê dîsa bê
Mîna cara pêşîn
Bi tana tariyê
çaxê ku deriyên fediyê
Xilmaşin
û deriyên min yên xewsivik
Pişta xwe dane dîwaran
......
Tê dîsa bê
û ezê
mîna cara pêşîn
bi tana tariyê
carekê bi bawişkîna
pêpelûkên di bin lingên te
yên xwas de
carekê bi bêhna tariya
ji porên te dibarî
ji xew..
nê....
hilçenim.....
3
Zembîlfiroş
şevên havînê xewsivikin
janên poşmaniyê
Mîna hilma tariyê
Mîna xwîna kuştiyekî tîrin
Tîrên dilbijokiya te
mîna pezkoviyekî çiyayî
kujdarin
Xatûn
şevên havînê xewsivikin
……….
4
Xatûn
Tenahî şikefta peyambera ye.
Tenahî şevbuhêrka helbestvana ye.
Ne ew be jî
meyxaneya şeyda û evîndara ye.
Tenahiya min perestgeha gunehkara ye.
Lê tenahiya te
paytexta newêreka ye...
Zembîlfiroş
Tenahiya
te
paytexta
newêreka
ye......
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kemal Necîm şiirlerine dön