Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Necîm

Kemal Necîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Guhertin I Roja zayîna min bû Di ber neynikê re derbas bûm Min dît.... Ew bi xwe bû!! ewê berî salekê... mûmên xwe vemiriandin... û di ber neynikê re derbas bû.... Guhertin II Berî salekê jî, gundê me li vir bû Berî salekê jî, ez di vê kolanê re derbas bûm.... bêhna heriya zuha ji dîwarên malan dirijiya... Berî salekê jî, çavên min li vê pisîka reş ketin....., ev zarok heft salî bû...!! Berî salekê jî, mala me li vir bû, deriyên me vekirî bûn, bavê min nimêja nîvro dikir, kirasê dayika min kesk bû, keçek hate kuştin, xortek çû çiyê...!! Weke îro tê bîra min.. Berî salekê jî, ev kal dimir, gora wî li sê deveran dikolan.... li hersê deveran şûna gora miriyekî derdiket...!! Berî salekê jî, min ev çîrok dinivîsî.. Berî salekê jî, navê vê çîrokê (Guhertin) bû...!! Berî salekê jî.... Guhertin III Hedrdû birayên ku sala par hevdû kuştin, îro li bazarê pêrgî hev bûn.. Pir bêriya hev kiribûn... şahiya wan ji welatekî mezintir bû Berî xatir ji hev bixwazin, ji şabûnê, hevdû kuştin û çûn..!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Necîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz