Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Kemal Necîm

Kemal Necîm

2 görüntülenme 0 beğeni
çîroka Yekemîn Baran dibariya. ............. Gundiyekî ji gundiyan di pirsî !! - Ewê ku duh êvarê Ta bi asmanê harbûnê Bi ser xewnên me de di....?? - Yê ku baran dibarî ewr bû !! - Lê yê ku di girî ? - Ew bû ew......! çîroka Duemîn Baran dibariya. .......... Rabe em di pêsîra vê şevê de xewnên xweyî tazî binixumînin. li vî gundî şev şerme….. çîroka Sêyemîn baran dibariya .......... şevên baranê ji şopa karwanê bazirganan dirêjtirin. Hemû rêyên hevrimêş Di zozanên te de Rastî vê şevê hatin. îşev jî Min bikire Min bifroşe xwe...û Bejna min Bost bi bost li xwe Bi pîve...! îşev jî çîroka çaremîn Baran dibariya ....... Riwê dayika pîr û Wêneya hespê şînboz Ji poşmaniyê bûn nivînek xwîn û bi ser şeva Memê de rijiyan... "Hoy hoy Memo hespê Memo şînboze jaro dilo Memo hespê Memo şînboze" çîroka Pêncemîn Baran dibariya .......... ev zagonên we giloverin giloveeaaaar ..... ji wê rojê de Galîlo bi darvedikin!! çîroka şeşemîn Baran dibariya ........... ji zindanan nameyek hat dibêje: ji min re pelek şev rêkin ezê ji we re riwekî azadiyê nîgar bikim..!! çîroka Heftemîn Baran dibariya ......... -bi xatirê te.. .......... ji şerma mêraniyê hêstirên xwe di kenê wê de di kuştin.... - di be ku careke din sev pêrgî me neyê, lê her ku baran bi bare ji bîr neke..... .....bikene.... bixatirê te!! ........ baran dibariya ............ Gundiyekî ji gundiyan di pirsî !! - Ewê ku duh êvarê Ta bi asmanê harbûnê Bi ser xewnên me de di....?? - Yê ku baran dibarî ewr bû !! - Lê yê ku di girî ? - Ew bû ew......! ........

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Kemal Necîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz