Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
Di bajarekî ku meytê wî dijîn de me Bişirîna sîlueteke xayîs Diniqute hizna te ya kevnbûyî qîrînên ku berî seridînê şikestine dilivin di malzaroka şalayê de û ji tîna endekoyan vedigere êvar qurnefîlek kirî xwe bikuje Ji porê te Kengî bixwaze diweşe di kolaneke kifnikî de Evîneke pandomîmî bêhn dike Tên li hizna dengê te dilikumin çavên min Zarok dixilmişin Bi meytê min ê li metalan metelmayî re di taldeyeke mazûvan de Ji hîvê dihêwişînim kilaman li kulekên hêwî şevên dûr û çêja hevokên kevzgirtî Loma tên bîra min awirên te yên fediyok û çeqelîkên naşî Siya wêneyekî dihizire êvar bi rênerîniyê tebax dadigerin taxên xeydok hê nû bi talanan dihisin zarok baranên behetî, taldeyên lewotî, rengên weldizne gulava li mijgulên te ket, û hêsrên te û sibat diqurifin ji qiraxa çavên te ji cihê ku hêsirên te lê ketin dirivine agir zenga zimanê zemên û ferhenga barûte tu kîjan çiyayî bîpelîne sikrat kîjan bajarî bipelîne berate di xefkên xeyalên xurufî de çiziyeke çiyayî li bîbikên hechecîkan dixewire tê û awirên te dinikilîne meytê min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz