Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu bê... Ez ê dengekî bilîlînim li bê û ji te re vehêjim çîroka şevê Lê neyê! Tu bê... Ez ê li helbestên xwe bêm xezebê... çilê çûna te qediya... çengek şewla şikestî. Li şevên şîrkuştî. Li binê baskên çil çivîkên çîqcûn, bi çilê çûna te dikevin û çil gêrikên firok, li çilkanîkan, ji rojiya çil rojî bi xwîna binçengan diftirin. Kewn dikewin û pîrhevokên min dibin kew li algûşkên şevan, şev diheyirin. û bajar dibe epîgrafek di çîroka şevê de. Helhestî... Di tu şevan de hilnayêm êdî Ez nîşeyeke li binê helbesta bişirîna te derizî... Dixana cixareya min li dilopên dora piyala şerabê direqisin. û dem di kezeba piyalê de sor dixeniqe. Bi xweliya agirê ji dil dirivîne diqelişe esmanê devê min. Her qelşek hi qasî giraniya peyvên ku nehatibûn gotin, xwe bi xwê diguvêşe. Dema ku bi awirekî xizan û poşmanbûyî dibim mêvanê bejn û bala xeyalên ji xiyala min dernakevin. û bi mircan û morîkên zarokî xwe dadilqînin, ji nîvê şevê û pêş de bîranîn. Bi stûna qesra di dilê derizî de. Dibe xiramet di stûyê min de şeva serxweş û lal. û peykereke dixanî ku ji bişirîneke qurifî û keserîn maye. şevan. Bajaran diafirînim ji stêrkan. Mişt peykerên te, li her quncikî. û yek bi yek ez ên xwe li gewrîboziyên wan dikim şa`n. Li qevda lingên te tiliyên min dibin xirxal. û bi çîrçîrokên her tu tê de yî, dixewînim qurixa rûyê te lê wênandî. Ji bilî te, bê tirs, bi lêvên ji tîna te terikî û bizimanê sawgirtî, stranên ji xwêdanê fetisî dibilînim, ji her têlên porê te yê ebbara vî bajarî. Ku her min ên min li bin qerimî. û her stêrk dibin tu û dibarin hina hina wekî hebên berfa serhedî. Dizanim ku negirim hilolîkên payîzxêrkî bi mijangên xwe yên ewravî tê min bidî girtin. şevan, diya min li pêşiya miriyên min nimêj dike, du rik`et ji bo def`a nifirên qismet girtinê. Xwişka min gurçika guran û sonda lîlîna heft dengan dixwe ku stewriya heft tebeqên esmên biqelêşe, hê jî bi êş e, diêşe rebenê û bi baskên pelçemokan sîlûetên te diparzinînin çavên wê yên hingivîn, lê qet li hev nayê fala qereçiyê. Kundê li ser dara tûyê bi tundî rûdinê. û ji dêvla min dest bi girî dikin çirçirkên hewşê. Dizanim ku negirîm ez Bi hêsirên gincirî Wê birizin bîbikên kizirî Tê min bi girî vekî. şevan, şivanê keriyê pîrhevokan, nêçîrvanê şopên te me, li van deran. Di kulavê xwe de kurmî, digel şîretên pîrhevokên bertîlkirî. Paşîva min beytikên ji sîngê te şîrvekirî. û li nava deviyên daristanên derewîn. Li benda şîva êvara înê ne mar û marmarakên kemînên xewlekirî, ez li ya pêjna te... Bizot be jî ger min bisoje. Bêhna te bila bi hingura şevê be û bila Helepçeya te bim, min bişewitîne tevî pîrhevokên min, kur bike dûndê diyê di dawê de. Qet nebe destê xwe di kevirê... rohilatî yê gorê bide ku dilê xwe li tîna te hênik bikim û dû re, bi pêçiyên darînî bidêre porê xwişk û diya min, ber destê êvarê. û tu jî dengekî bilîlîn li bê... Lê tu nayê. Dizanim ku nerim Dil nexedirînim Wê xela li min rabe. Tê bibî Stêrkên şeva min Ez ê bê bajar bimînim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz