Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Min tu Di xêzka fila Ya lîstikên li ser bênderan ji bîr kir Bo pîrebokên pisîkî Yên çavdîndoq nêrînên te ji min nedizin min guhê xwe digirt Ji çîrçîrokên pîrika xwe re li şevên ku em Hê beşdarî şevbihêrkan nebûbûn hê wê demê Ji ber bê Darikê brûskê Bi min vedikir diya min Hê wê demê awirên min Ji dêvla çavên te Hînî vexwarina şerabê û reva ji malê nebûbû bibexşîn û min neêşîn Bihêle ku bi mistek hesreta te Dest bi xwekuştineke fedîkar bikim II li lêvên te şitlên hebûna xwe min çand û li ber siya Maçîkirinên te yên xewlekirî xewirîn êvarên hesretkêş Di zivinga dil de û ji jiyanên ku Ji keviyên wan vegeriyabûm re jî min helbest nivîsand Bibexşîn min neêşîn Bihêle ku di rêzikeke piştî bîst salan de dest bi xwekuştineke derengmayî bikim III xortaniya min Li awireke te ya dilbijok seridî Di şoreşeke hestkesêx de ramûsan li bin çengan veşirî bibexşîn min neêşîn Bihêle ku di mêraniya mirî de Dest bi ristina kindireke ji xwêdanê bikim IV Bişirînên esmer bî man û di paxila te de tîna min ger baran bibare Dê ne li vir bim bibexşîn min neêşîn Bihêle ku di ewrên cûn de Dest bi xwefetisandineke xeşîm bikim V Hê sênga min Di şeva havîna binêm de ye û cemidî ye Rondika te ya şîn Bibexşîn min neêşîn Bihêle ku bi şeveke stembar re biweşim ji payizeke bişîn VI te ez Di êşa hişê xwe yî hilweşiyayî de kuştim û li şeveke Ku li tenişta kulên te xilmaşbûyî hiştim Hê haş nebûne Murxên di şevistana min de ketibûn xefkên peyvên te yên ku hîv çewisandibûn Ji nû ve birîn bûn stêrkên şewqagir êdî di êşa şevên maşînbûyî de bi êş im û xirameta xwêdana weldizne me Di stûyê peyvên hêwişandî de bibexşîn û min neêşîn bihêle Ku di xwêdaneke xilmaşî de ji fediyê bifetisim VII qîrîna bêdengiya te Di zengeloka min de fetisî Firidî ser şevên min ên ku te dihizirîm nêrînên te yên bi hizn Kulên xwe tev dan bîranînan û bi surê ketin pelçemok Di hêlînên xwe de Min ji bîr kirin çîrokên bi sond Te hinarkên xwe spartbuxa awirên paceyê hîv rûmêşinîka te hizirî Beyanî ji bîbikên hizra şevê bişirî û tu ji stêrkên ku li paş ewran veşartîbûn nizilî Bibexşîn Min bi doşanîtî stend çavên te bê te Ku şewlê bidoşim jê bo şevê û heft salên bêdengiyê lê zimanê min Li çend rêzikên veşartî dericî VIII ne şevên min ên ku baweriya xwe bi spêdeyên te bînin mabûn Ne sibehên te yên ku êşa şevên min hilgirin Ne `ez`eke ku Ji bo mezelên çavên te bikujim mabû Ne mezelên çavên te yên ku cesedên min ên lewitî hilgirin xencereke di qêlik de kevnbûyî bû jîn bibexşîn Bi mezinkirina dil a di qêlik de nedimeşiya evîn IX tu teşîrêsa kindirê ji çîrokên bi kul rûyê min li sêpîkê şipyayî daleqandî bû mîna çirûskên îsînê hingivî li çavên min awirên te di şeveke li pêl jibîrbûyî de, li şêmûga kelama Qedîm likumî ferhenga min a kevzgirtî û bi kifnik di rêyên rizyayî re dageriyam ji tenêtiya xwe ber bi tevngeha Ku te lê qolincên qelaçî dirêsiya ji rahnên şevê û tu ji çarmîxê re vebişirî mîna meryemê loma bişirîneke kevn bû li rûyê min rûyê min kevn bû. û evîneke weldizne firidî ji tevzînokên tiliyên me. Bibexşîn Ger rûyekî kevn bike Her evîn parîkî zinê ye X gerdena te ji zîvên kildayî çavên te deryayeke bi gerînek bû di şeveke şerabxur de Li lêvên te yên berfdimskî likumîm Bi ser wêneya eskîzên şerma westiyayî ve û di çilkeke xwêdana fafikî de perpitîm Lê bibexşîn Hê jî newêrim bibêjim ku siya jana dilê te Li deriyê jînenîgariya min dixe û hê jî di xeniqe di gerînekê de gewrî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz