Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi peşkeke barana werza li ber çûnê tagirtî û lerzok, buxa paca min te dibişire vêga narîn û şikestok. û çavên min diqefile li bişirîna zerika reş, xweliya min a li agirê xwe digere ji bo dêrana ber bayê êvariya xela dîtina te di tewe. Firk diwênim li algûşkên xwe, tiliyên fitîla çirên sifir. Newêrim derkevim derve. Li esmên nexşeyeke guncanî. Dilkêşiyeke hingurîn. Di hunkûfê spêleya takrihaniya guliyên te de hêlaniye çirgîtiya perwazên pelçemokên pelepoş im. şevbihêrka çivîkan dibilîne nîvcomayîna çêra peravên paxila te. Li cûnitiya şêlû, şarokeriya şewareya şîlanên gulgeşta sîngê te dikin, bîranînên di kalanê bê de tewirîne. Zehara çirîsîna niqrîskên kelegiriya kevajkêr, di kemînên te yên bi dahfikiya çavên te sazbûyî de basko dibe. û di kodika mêrxasiyê de ko dibe mêranî... Esmer dizivirin ser şûva felcî. Sikratên bejî di xelekên dixana ji razana paşila te difûriya de, çarpî bi çarpî. û reş dixeniqe bi dastana evînê ya ji neya Rustem HESEN xunavî diherikî. Mayende dimeye bêhna xemrî li malzaroka tariya çîrvîrî. Newêrim derkevim derve. Siya şewlî stewr şikiyaye ji ber xewna mijangên mûçekêr û nepenên nepişî çilkiyane şaneyên bêkêr. Di bêrîka qutikê zeyên malkambaxiya min de, kifnik girtine qinên giliyê bêxêr. û kevzî ye zayîna keviyên zayok, li rûkewiya rapelûşkên dekzaniya reşika razayî. Li çenga çilkên çivîkên çelînî dişitlîne bizrê riziyayî. Li hundir koçer im koçêr im xwe diçêrim. Newêrim Ku derkevim di rehleya dergûşa bêdoş de, dê xwînêriya pirtûkên te yên bêpeyam bikim. Di merzên zeviyên te yên kilkirî de, wê bitefirin şevçiraxên şengîtiya şabûna şermok. Bi tûka nivîşkê kila kulên kurmî. Xurîniya tisîbûna newaya xalxalokên li ber perên reşçemiya şevîniya te distirênin dişikênim. û li ser sêwîbûna rûbarên kêferatî bê xwe diseridim. Xortaniya viritî di kulik de bi çelê fal ketiye. û xaçerêkên çîrokên xwe bi ferşikên xizaniya tirsdêr a zimanşikestina ji ber gefxwariniya sotîner, resîf dikim. şikarteyên min ên geşta parsa sala berfa sor, derî bi derî yên taxên te bi dahnûyî belav dibe: ji xêra diranderxistina derdên derz li deriyên min xistine û şor diçerizînin rehên min rewrewkên revok ên rê li ber rawestîna perestîşkirina min digirin a li peristgeha bê min pişka min lê ketiye. Kêliyên wêrek li nêrekên şaxên dugulî yên şîngulî dixeyirin. Dema li ber çavîka tifika li binê dara sind. Destarê hêra bêhna te. Dineqirînim. û rojiya rojên rênêrînê di dawa heyva remikî de ya mişaxa mîrata te ya gezokî lê raxistî ye kitim dibin. Di kulabeyeke kulêmekî de, bi şeva pengavî re îşev bi pirikeke parsekî girêdayî me. û di kêliya sînorê xwekuştineke sêwî re binxet dibim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz