Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
Tiliyên nigên min Di nav xwîna min de qeşa girtiye Bi bayê kur Di nêçîreke şewat de basktikeştî me Hewt hewta sehan dev birîna min dike Dihelim di nav şewqa hîvê de çirûsandina stêrkan Ku li tahtan dikeve Dixurînim Di tûrikên zewediyan de gelawej qûtê min Qûtê min Ji min dûr e Tu ji min dûr Gundên tisî bi ser min de dikumitin Heft tebeqa di bine erde de diherim Li dojeha neçîrvanan Dibim çavên xezalan Tama barûdê hêsirê min dibarîne Hêsirê min Ji min dûr e Tu ji min dûr Kulîna etîreke Li kolana xwe dikim Di koçkeriyê de berê dawî me û di axkolkan de Xwîniyê vetarî Petkek baranê Li eniya min dikeve Ku nayê zanîn Ji kîjan Demsalê mayî Demsal Ji min dûr e Tu ji min dûr Bi keviren tehnekirî Ava dibe mezelê min Kêvjal Pêçiyên xwe mevred dikin Li dar dibe KOTEL Mirin nêz dibe Erit dûr Erit nêz dibe Mirin dûr û zelal Mîna siya min Siya min ji min dûr e Tu ji min dûr

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz