Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îrfan Amîda

Îrfan Amîda

2 görüntülenme 0 beğeni
Min dît kewek reviya Ji destê lawik Lêwik xwe nema girt Kefa peqpeqokeke peşkek biharê kuliya Herkes çû Ez mam Qaşo Wê jî kerbên xwe yên kal pêvtir tişt nebirbiwa Her ku xilmaş dibim Li sariya buxa pacên min Veger xwêdidin Qevzek derya ye vîn Sîmurg ji êvar de razaye lê li taldeyan û birek kewên kedî Peqpeqokên tavên biharê dinikilînin Dişibim bareşekî qop çûnan dipêçim Hew baran bû lê Dilop bi dilop Dikevajt qermîçokên bê û li xewlê Xirboqiyên nikilên kewên bê dê Hew baran bû lê û dihat Devê min mişt şînavk Min dît kerb Ji destê lêwik firiya Min nema xwe girt Herkes ma Ez çûm Qaşo Ji xezeba bê ezê li wir bimirama

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îrfan Amîda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz