Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hamid Omerî

Hamid Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
dengê biharê tê mîna dengê însanan ji kêzîna şerbikê şîretê bi dewrê elîfbayê ay delal ay delal dayê ji wî serî de dimeyîne vîşnapê ro dibişkive bi mizicînê bêhna rihanê difûre ji tiliyên wê li rûdêmên wê biskên djevojkaya wê tebatiya gilyazê nayê li pey wê qederê di destê wê de qevdek bişirîn ber bi newalê ve têy deriyê dilê min li ser taqa piştê ye bi ber bayê gilyazê dikeve xwe dewrî min dike bişirîneke çilkezî ji vir heta bi xwedê bi hemdê xwe kevnartir e birîna min ji wê elîfbayê wekî mêrga şarê wê kêmav dengê biharê dikeve mîna dengê însanan heçîgava behsa birînê dibe ay delal ay delal dayê ji wî serî de dixwaze xwe helal bike bi xatirxwestinê bêhna êşê tê beriya baranê tiliyên dayê li ser pûnga newalê gûstîlkê li xwe heram dikin natebite bayê gilyazê xwe li wî bajêrî girêdide li ser zimanê newalê gazina dayê deriyê dilê min li ser piştê keysa xwe li bayê gilyazê çêdike li dora bîrê nema dibêje pişta min xwe nîşanê min dide girêka êşa wê bêyî aş bibe tevî xurexura newalê dilê min dide ber xwe kûrtir e birîna min ji wê bîrê wekî hesreta wê ya keskesorî ya ji darzeytûnê qedîmtir dengê biharê tê mîna dengê newalê ji dêvla bayê êvarê dimije bi hesretê ay delal ay delal morîkên çarika dayê diqetin ji wî serî de êlekê wê sortir dimîne ji gilyazan bêhna rasolê tê ji nalîna gilyazfiroş piştî şîrhelalkirinê dara xwe ji kokê rakir bexteweriyê xwe digewgirîne bayê gilyazê xwe li bişirîna newalê digire berdestê sibê li wê bedewiyê *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hamid Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz