Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hamid Omerî

Hamid Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
digre ber şibakeya te hêjîr ez bim derîne ji salnameyê wê stranê ji derencokê valahiyê ji kolanê tirsê pê dihisin bila bihisin cîran kalîn qarîn nûzîn ji pêşmala min a rengîn ji berdestê sibê heta esra teng ax tiliyên te çiqas bedew in tev de vedikêşin ji tirsa ev der sîdretul munteha ye bihêle bila biweşin ji satilokên kevn texzelok tu dernaxî çîka xwe ji sêncê digre ber deriyê te hêjîr ez bim derîne ji salnameyê giyagewrikê dev ji hilanokê berde eniya xwe bide eniya min bila pê bihise bajêr ax çavên te çiqas reş in emrê min dipeke tu dibînî dem berjêr e xwe nagrin sal bi ber nakevin ji wê şevê ji wî palikî çavên te dimînin di xerîbiya min de digre ber dilê te hêjîr qewarkirî dimîne dil ez bim birîna xwe hew nîşanî min bide baş nabe bi şîrê hêjîrê ax lêvên te çiqas şil in ji te heye ez çûm ne cî li min teng bû te ji wê salnameyê girt ax dilê min dike di devê min re derkeve me ji hev xwar tenêtiya min ma di dest de birîndar ez bim sond bi wê hêjîrê ji wê salnameyê bigre saetê bihêle hez dikim ji eşqê ax jiyan bi te re çiqas xweş e *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hamid Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz