Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hamid Omerî

Hamid Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
derewîn in lawê min derew para wan e ne birê te ne li mizgevtê li mînberê li mîhrabê birayê te ne parçeparçe dikin bi duayan pariyê nanê te li secdeyê li rukûyê li qiyamê xwişk û birayê te ne derewîn in keçko li derê çiyê neyarê te ne derewîn in papûr lawo şev têra qîra wan nake wapor li hêviya qeqlîkan nasekinin simît têra xwaka te nake dibeze ber deriyan têr nake kontorên wê dimîne di dorê de di rojiyê de di nimêjê de di hecê de xwişk û birayê te ne derewîn in keçko li çarçirayê neyarê te ne derewîn in berxo li ber rezîdansan xwe kar dikin di caman de otobês nasekinin bi destrakirinan hildiweşin bajarên te bayê kon rakir xuya nakin çilsiwar di asansoran de di tesbîhan de di tizbîyan de di werdan de birayê te ne derewîn in keçko li helebçê neyarê te ne derewîn in egîdê min derew para wan e ne birê te ne peyam nayên wehî sekinî ewr kişiyan ji serserê wan kartê xwaka te bi rengê xwîna te digihîje çilsiwaran di şerqê de di xerbê de li çiyê û kabê birayê te ne derewîn in keçko li kurdistanê neyarê te ne *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hamid Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz