Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hamid Omerî

Hamid Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
quds li biniyê ye em ji wir’re bêjin baskê selhedîn ma nabe bi êrîşa dawîn bila henekek din bipêçin ji me’r bi alaya sor kaf û yekûn bibe jî bajar nakeve bi înnafetehna ka henne yaser mir gerîlayên wî jî pê’r birra jî ji selhedîn hez nakin me pişt re dît sedûbîstûçarhezar car em xapiyan bi hênkahiya xapînok ya perwaneyan li ber dîwarê bedena xwe baskê selhedîn wek zêr dibiriqî xelkê wî qitûtî bi mirina eylo û teyrbazan bi bîna biharan bi servîsa xelkê dinya dikeve bajar nakeve di nûçeyên êvarê de lew manşet porrê delala min sor e em dibînin ew nabînin çiya diherikin û dikevin lê bajar nakeve emrê wan ê mayî danaynin ber deriyan wek somyayên kevn li pey me nayên kavil cî namîne ji nûçeyên nû bihar naqede bodromên tarî dibin para delalên porrsor nîveşevan lew flaş gul a sor bihn da dor rextê dengbêj bi pelên biharê bi dewîwîyek zerikokî xwe li pişta bajêr girêdide bi cuziya dawî bajar nakeve lê însan dikeve bi bayê perwaneyê hişyar e şair tevî gul û delala porsor dibêje ax sor e biratiya xelkê pirr zor e *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hamid Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz