Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hamid Omerî

Hamid Omerî

2 görüntülenme 0 beğeni
şev çû şîrê şi’r diquse dadikevin ji çiyê lê kes nagihîje sîrsîrkê te got erê loma pê bi bin zarûyan nakeve kalolîmnos sênc di singa aştiyê re diçe te nedît taxê deng veda: ziber’e tûmikê dawî sê serî pîvaz bûn alav didan ji hewşa qewmekî bi elifbêyeke neçar bi ser erda şûv de diajotin: dipêşunnn jixwe nayê birrîn ev mahr berdêl giran e berbûbiviyanî jî dizanin dê pirr bikişîne xwe ev qumaş bi dilê civatê dikeve zêr’î li refika jêrîn e bêje wan: ev e mirina qewmê bedew wext çû dest ji cıvata kardoxan nabe şev li zimanê şi’r digere qet nevirvirîne ser maseyê medreb vala ye mi’go ilmê kesî nagihêje ometa nû çaviya wir jî nakeve serî qeda pê keve lewma nakene rojhilatanavîn bibîne li ser dev dirêjkirî bi destarê destî dihêre sînorên te herê way! bilind dibe dil nade xwe dan dimîne di conî de li xwe negire ev omet wek pelek dikeve ji sumerê heta enedolê namîne dil li ber serayê satilê deyne ber xwe apê min tune bavê min silhedîn e çavên xwe nerevîne qet mebêj mehabeten û ulfeten û bes carek ji rêç û rengê elîbêtka me daqurtîne ne zor e dewxa te naçe netirse mirûzê xwe tirş neke dîsa: dizêrînnn ji bilî gotinan kes di eynê xwe re dernaxe divê biçim kalolîmnos şair im dibêjim te qewmê min gopalê xwe bavêje ewa qer wa cihêzê serxwebûnê belav dikin: dizêrunnn derabe hindik ma bê girtin axîna xwe berde bêj li me bi tobe firidî saw kardoxan merwendik li avê xist ha ma li qeraxê xe dinya kerr e elîbêtka xwe derxe bi pêş’û bilêta xwe bibirre vegere mala xwe kalolîmnos şev çû şi’r ket guhanê şevê destê şair ji kurdistanê nabe te got erê *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hamid Omerî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz