Aniha li dû werzekî fediyok im
Di nava min de tavekî mirî
li dû zemanên wenda
Diqermiçin
Diperitin
Hemû dem
Ji şevan înî ye
Hemû peyv mirine
Di goristana xwe de bêdeng in.
Û ez
Her înî dibim mêvan di destê xwe de
Şîva miriyan
Piştre, di destpêka werzên sar de
vedije tava di nava min de.
*Ji Kovara Silopê, hj: 6
**Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Eyşana Beravî şiirlerine dön