Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Eyşana Beravî

Eyşana Beravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Nizanim wê hîn çend pel, ji emrê min biweşin. Ez ê çend caran ji xwe birevim. Jinbûna min ku di navbera zaroktîya min û ciwanîya min de bê biryar e, Tevnan diavêje Nizanim ez ê hîn çend gurzên biryarên xwe biguhêzim. Ji xwe re bîyan im Di nîvê emrê xwe de. Bi hêsanî dikarim bikujim, Bi hêsanî dikarim tune bikim. Di dehfika jîyanê de diqilqilim Daxwaza min e, ji bendikên xwe veqetim. Veçirînim ezmên, Bila bê dirûtin bimîne, Bê perde xuya bin, çi hebe. Alozîyên min ku tenê bi şev xwe disipêrin mêjiyê min û min bi hev de diguvêşin. Sebîyek ku di zikê min de, min bi lebate xwe dihesîne. Her ku dilibite… Êşîkên min dikevin bîra min. Derîyê mirinê heta dawîyê vedibe, jê derbas dibim lê namirim. Nizanim wê hîn çend êşîk min bigirin. Nizanim wê hîn çend bihar ji xwe bikin, kirasê zivistanê. Çend kulîlkên çolterên rengereng li bejna xwe bikin. Bi hêvîyên kesk, çavê xwe vekin. Lê pelên ji emrê min weşîyane bi nişmitî belav dibin.. Di pêşbazîyekê de dibezim, diçim bi gavên ji hev re bîyan… Ji hev re pêşbaz. Û ji min re bîyan. Nizanim ev çend rûyê min in, di awêneyê de xeyîdîne, ji hev. Kîjan mêrkuj e, kîjan hestîyar e, kîjan … Kîjan e dike ku xwe biafirîne… Tevlihev im… Ev çendin ji xwe direvim… Ji biryareke xwe Ji rastîyeke xwe Mirov hildibijêre yeke xirab, yeke qenc… Yekê hiltînim yekê datînim Ev çend zeman e, wiha bê biryar im. Nizanim ev cara çendan e ku ez wiha diêşim bi kuştiyên xwe. Ji êvarê heta sibeyê li ber serîyê mirîyekî dihêjinim… Çavên min fêrî mirîyan bûne Şixulek e jîyan, bi min nabe ku ez biqedînim. Nizanim ev jîyana çendan e Hîn bê berdêl dijîm. Hîn bi bêdilbûna xwe diêşim. Hêlek av, hêlek agir e, bi kulmên min venamire Nizanim ev refên balindeyan çima wiha bi lez difirin Tê nagihêjim çima wiha bihar-bihar dilezînin. Ma ev der ne cihê koça wan e? Nizanim min dilê li ku ji bîr kir. Bê dil im Bê dil-bê dil dikim ku Li ber ruhê xwe bidim. Koçan, malbarkirina ciwanîya min jî bi xwe re birine.. Bê Xwedê zanibe, li kîjan warî me. Di nava zarokên wan de li ser kîjan tehtî… Nizanim kîjan siwar, li hespekî boz ê deqdeqî siwar e Di nava pelên weşîyayî de daye beze, her ku diçe min dûr dixîne. Nizanim, ez ê hîn çend carên din ji xwe dûr bikevim. Nivişta meleyekî panzdeh-‘ilmî Li ser nêta xirab… Dibe ku pelên ji emrê min waşandibe Dibe ku sebîya zikê min kuştibe Ciwanîya min dabe koçan Nizanim ev çendîn jîyan, ev çendîn werz, ev çendîn mirin… Ev çend biryarên min ên nayên guhastin… *Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e” **Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Eyşana Beravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz