Îro mijê xwe seranser raxistiye ser bajarên min
Dengê trênê ji dûr ve tê…
Di nava mijê de
Sibeh e; va ye roj hilatiye.
Ez bi dengekî xurt bangî bajêr dikim.
Sê darên hişk…
Pisîkeke birçî…
Û ji rêwîyeke bîyan pê ve kes min nabihîze.
Vê sibeyê li Bajarê min mij e û bi teqûreq trênek dibihure…
*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Eyşana Beravî şiirlerine dön