Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Eyşana Beravî

Eyşana Beravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Çawa tê gotin nizanim Di sibetira rojeke Hezîranê de… Ber destê sibeyê li pêşber taveke hênik Tayekê bi min girt. Çawa tê gotin nizanim Xwe di şevên esmer de ji bîr kiriye Hîna bêhna wan şevan ji min tê. Min xwe li ber tavê raxistiye da ku bêhnekê li min bide Bi hezaran fikrên qehpikî yên qirêj daye ber şûnikan. Wekî qerpalên rizîyayî, li ber tava Hezîranê, bi dar de kirine… Çawa bibêjim Kêwroşkekî qutifî me Destê êvaran nagihê sibeyê Min Û Hinekên din *Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e” **Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Eyşana Beravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz