Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Eyşana Beravî

Eyşana Beravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kengî çavên xwe bigirim ez, li hember, ba te dibe, te direvîne ji min. Heta niha ku min nizanîbû tirs çi ye A niha tenê tirsê dijîm bi çavên xwe yê bizdonek Tenêtîyek min dîl digire, di qirika min de dimîne, Nikarim bihilmijim têr û tije û bê armanc dibim, armancên min bê te. Wenda dibim, diherikim nava hemû zemanên wenda, bê xem, xemsar dibim ez. Valahîyeke gelekî mezin nava min dadigire. Xuya ye hilmeke cemidî, sar pif dike şaneyên min Destekî ku tirs çi ye nizane, dirêjî pêşeroja min dibe, qurifîne hêvîyên min yek bi yek. Awirên min î tirsonek xwe di nava min a xalî de vedişêrin. Keştîyên bîyan xwe bera ser didin, diçin tên vikîvala Gerdûneke nava min, bi zelzeleyekê hildiweşin xipîxerabe û ez vediguhêzim kulmek xirbe. Li kîjan biharan binêrim çilmisîye, kîjan derîyan vekim, terazîn e, bi kîjan alîyî ve birevim korerê ye. Tune dibim Alozîyek e ew Pîneyekî li zeman û pêşbazîyeke yekem. A niha di pêşbazîyeke de bi hemûyan re û dibe yekem kes ku dilê min dihingivîne. Pişt re dibe sedemên min, li qiraxan dixim û pişt re mirin min zevt dike li peravê… *Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e” **Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Eyşana Beravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz