Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Eyşana Beravî

Eyşana Beravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Vê sibeyê piştî ku roj hilê… Min awêne danî û gulîyên xwe çil û çar kezî vegirt… Enîya xwe ya gever çend morîkên mircan pê de berda… Kirasekî ji çil û çar rengî li ber bedena xwe girê da… Rawestîyame li şaneşînê. Ji dûr ve xuya ye çîyayekî bejinbilind. Vê zivistanê… Êşekê xwe li peravên dilê min asê kiriye. Gulîyên min vebûne… Morîkên min yên rêzikî belav bûne… Kulîlkên rengrengî yê kirasê min çilmisîne… Awêneya min şikestiye û min xwe wenda kiriye li cihekî ku tu kes pê nizane… *Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e” **Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Eyşana Beravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz