Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Erd Agron

Erd Agron

2 görüntülenme 0 beğeni
(ji bo memo) zendên wî lewaz, hinek nexweşokî tu lê binêrî ruhê sîleyekê lê nîn e lê mêrek di ser pozê xwe re ye û di bin parsûyên xwe de dilek çend beden jê re mezin hildigire gelo ez bûm a min dê bikariya hilgirim wî dilî ku ji bo hevalên xwe û ji bo gelê xwe lê dide. hinek belave ye hinek ji hevketî hinek sersar e jî belkî lê nûbûnê hildigire û ber bi asoyên nû ve bask li xwe dixe ku ez bûm a min dê bikariya wisa rapelikiyama fereca sibehên nû? carnan dînomîno ye carnan serobino carcaran li ser sozê xwe nasekine carcaran virên biçûk dike, min dixapîne lê mêrek wisane herkes wî dibîne kî meraq dike an bila wî di sehnê de bibîne, an jî nivîsên wî bixwîne… *Dîwana Hestiyan, 2018

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Erd Agron şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz