Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Erd Agron

Erd Agron

2 görüntülenme 0 beğeni
min dê biwênanda wênesazekbûma ku, wî li ser ranzayeke zengarî li ser taqa pişte destekî wî bi ranzê ve çavên wî bi qartiyan ve daleqandî rûyê hefteyekî simbêlên reş li ser dêma rastê lepek ronkahiya spî û di reşika çavên wî de miriyên definkirî çeken şikestî, kulîlkên lewaz tavnedîtî… bi dîwar ve çend notên belave hespekî di beze de qerisî, yek parçe ber bi eyneke li derdora xwe dimije ve li erdê ciherek tijî cewher… pirtûkek qalind li ser singa wî li ser dev, di nîvî re vekirî betanyeyeke heta ser çokê kişandî bi kulîlk, qehweyî… û şerê dil û mêjî… min dê hemû siyen wî bi morekî şewitî birengandana derdora wî bi dile xwe min dê ronkahiyan bi rengên zelal bi firçeyên zirav derxista pêş û bi spîyekî zelal rûyên ku mîmîkan hildigirin û çiyayên diqîrin bi rengên sorê morîkan di kevaleke ne bi şêweyên kûbîk ji hev hatiye parçekirin de… kî dizane belkî dirame belkî dixewe belkî dijî belkî dimire lê beden dîl rûh parçe parçe ye tenê xeyalek yekpare digere di navbera wî û qartiyan de. *Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Erd Agron şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz