Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Erd Agron

Erd Agron

2 görüntülenme 0 beğeni
ger ku ez ketim xeweke giran, jidayik nebûm dîsa bêriya destên min bike. destên dem û dewran dîtine destên li ser memikê şeveqên rengîn geriyane, li ser qorik û zikê hebûnê… li ser çav û biriyên jiyanê û di bêhna mirinê geriyane destên bi hesreta di nava xelekên porê te de bigerin destên bakîr ku li ser canê jinekê negeriyane zîlbidin belkî ji gornê. bêriya destên min bike destên bi zemanê hêviyê ve rapelikîne û gerdena latên tenêtiyê mistdane tenê narîncokan û qirika qilêşan guvaştine îro quncirîkan didin tembûr û kîtaran… li welatê şehîd hestî çandine ev dest li bin siya darekê diricifin. *Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Erd Agron şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz