Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Erd Agron

Erd Agron

2 görüntülenme 0 beğeni
“ji bo Welî, Rustem, Nûman û hemû hestîwendayan” (Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist… Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…) Derwêş “hê jî ruh tê de heye.” Zilamek “Ruh çi ye?” Derwêş (bersiva wî neda û domand) “ji min re xencereke zîvîn bînin!” (Bûkeke nû ji nava potekî spî xencerek derxist, anî. Derwêş zendên xwe hilda, du damar hejmartin li ya sisiya sekinî û pozê xencerê lê da… Dayikekê taseke zîv da ber dilop dilop, hêdî hêdî xwîn nuqutî… piştre, jineke bi derguş û bi destnimêj şîrê xwe dot tasa zîvîn Xuşkeke qalikê birîna xwe rakir û avêt navê Qîzeke xama hêsir ji çavên xwe guvaştin Zarokekî diranê heftsaliya xwe avêt navê Zilamekî piçek ax firidand bi ser de û jineke ciwan tasê girt bir danî ber tavê Şîr û xwîn bi tavê meyiyan û derwêş hêdî hêdî bi ser rûyê hestî da hestiyê reş hêdî hêdî spî bû hêdî hêdî reh berda erde çavê herkesî vekirî ma… hêdî hêdî li xwe xist, şax veda û her bilind bû… Derwêş agirek dada û jinekê tilîlîyek kişand û dengbêj destê xwe da ber guhê xwe…) Dengbêj: “liyan e, liyan e, liyan e, liyaaaan e, liyan e Rindêxanê bi sê dengan gazî dikir digot: Fatimê xuşkê rebenê hestiyên berxê mala bavê min rebena xwedê li çol û pesara newal û gelî li sertar û kontarên çiyayên welatê mala bavê min rebena xwedê reh berdan mîna mêwên îrema zatul îmad mîna çinarên şahidê hezar tofan û dewran e… Aaaaax! Liyan e…” Derwêş: hestî bê goşt nabe, goşt bê xwîn xwîn bê ruh, ruh bê bawerî ava nabe bawerî bê nasname, nasname bê azadî… Jinek: hestî kêlika mirinê ye, beden tirb e… Jinek: hestî kêlika mirinê ye, beden tirb e Kalek: hestî berdêl e Zarokek: hestî bavê min e Mirovek: ez hestiyên xwe nazdikim Hemû bi hev re: welatê me hestiyan diwelidîne Hemû zilam bi hev re: Ev ji kî ne? Hemû jin bi hev re: herin bigerin, bibinin bînin, em ê bimijînin! Dengbêj: “ez evdalim, evdal im, evdal im birîndara şahsiwarên doza welatê xwe bi tenê me “dayê korê nemayê , ez bi diyarê kela amedê diketim bi kevir e. dilşayê bi kul û kesera salan banî dikir digot gelî gundî û cîranan hûn bi xatirê rebê alemê û pêxemberê umetê kin hûn qedrê pêxemberê çarmixê û pêxemberê sirgunî û pêxemberê Sîna yê bikin hûn werin diyarê min û feleka xayin ku çewa hestiyên bavê besrayê kara xezala, çavreşa deriyê vê bedenê li devê derê diyarbekira şewitî zîl dane… de dayê, dayê, dayê b’korê nemayê ez ê dest bavêjim guliyê sorgulî li pey bavê besrayê kara xezala çiyayê Şengalê çavreşa deriyê laleşa rengîn kur bikim li pey siwarê dil mertal û kihêla rewan ez ê negirîm û hêsiran nebarînim li pey delalê dilê xwe lê kesekî nîn e ciwabekî bide bav û birayê bavê besrayê kara xezala, çavreşa derê mêrdînê, sirgunê welatê xwe Stûnê konê mala min rebena xwedê nemayê de hey wayê lê dayê ez nemînim li rûkê vê dinyayê ku kesek nîn e timtêla delalê dile min li heft dewêl û heft parzemînên cîhanê bigerîne û li heft qonaxên rêya çûn û nehatinê navê bavê besrayê dibîrbîne de dayê korê nemayê îca ez dizanim tov û tuxumê bavê besrayê qeliya li ser rûkê vê dinyayê… Derwêş: yên me ne ew mewat hestî mewat dil, gurçik; dar û devî yên me ne ev çem, ax; sax û mirî li vî welatî em û ew hene… yên me ne oldar, dewlemend û feqîr yên me ne mewat forq, qîştik, têr û birçî ey pêxemberê sikrata rebilalemîn bila destê te li ser pişta şahsiwarên doza welatê min be… Dayik: min li ber darê derguşa lehengê xwe şevên tarî û dirêj borand; ez pê ve rihilîm, pê re ricifîm û min jê re lorand, pê re nexweşketim lê min temen bê wî qedand şev û roj li gel keserê li min bû qeyda jiyanê bi bêdengiya wî bi xewê ve bi girîna wîbi şiyariyê ve ew bi du dilop şîrê pêsîrên min bi jiyanê ve girêdayî bû li welatê tiyê xwînê… Jineke din: min çav û biriyên xwe jê re bi subhankilî kil kirin reşkulîlkên singê xwe jê re vekirin di xew ra kir şevên dirêj di hemêza xwe de min pê re serî danî ser nazbalîfkê evînê çira şevên wî bûm ava cêrê wî bûm kela singa wî bûm jana dile wî bûm nîvê şeveke tarî derket, li pey wî ez giriyam û êdî hew vegeriya Zarokek: şev bû, çû, bi qîrîna diya min û zîqîna derî re… Xuşk: ne emin dît berxê kozka mala bavê min çû ne min dît vegeriya roja oxlefên giran Hemû bi hev re: ji wê çaxê ve em birînên hev dialêsin ji wê çaxê ve em birînên hev dialêsin ji wê çaxê ve em birînên hev dialêsin Derwêş: duaya rojê ye di berbanga sibê de azadiye hestî reha ruhê jiyanê nasnameya welatê min e hestî… paşeroj û pêşeroj e bazbenda dîrok û hemayila çîroka gele min e hestî… Qîzeke xama: behrên me nîn in ku em bi çîrokên wan sebra xwe bînin sîsasrkên me hene ji çiyayên me dermale dibin û heta heft car siya wan nekeve ser termê me rih ji me naçe li bircên bêdengiyê… Dayik: giriyê derî ye beriye, can e hestî mirî ye, zindî ye nuxuryê min e hestî Alimek: yê ku li ser hestiyê xwe şînhatibe ewê tu car agirê cehnimê nebine. Dengbêj: dêran, dêran, dêran dêran dêran welatê dêrîne dêran ev hijde salê min ne xewne ne derman e xebera nexêrê ji min re hatiye ku birîna weliyê Hecî pir giran e derbekî danîne li bejna rustemê Hemê cenaze nûmanê Husên ne tirb e ne kefen ne jî quran e êdî kurma daye dile me ji bê xemî û sersarî û lêgerînên bê eman e malê dinyayê biye ku bira dev li qirika bira dane ez neminim, neminim ji we hestî-wendayên qehreman re Dayik: ji min welidî Jineke din: li min vegeriya: Dayik: ji min zêde bû li min mijiya Jineka din: di hemêza min de dabeş bû di malzaroka min de vejiya min ew bi sê zikan di malzaroka xwe de mezin kir Derwêş: ew ê dîrok çewa binivîse dengegaziya elendên rengîn dê çewa merûn bike bi qesîdeyên ateşgahî rûxineriya pergala mêtîngeriya bêhna hîroya helbestan… Dayik: ger hûn min post bikin bigurînin, li ser çermê min çar rêzik nayên nivîsandin ji vê dîrokê lê dikare hemû çîrrokên welatê min bê xwendin ji qermûçkên ruyê min Xuşk: ruhê min e jana min e qalikê birîna min e hestî xewna min tenêtiya min êrîş û reva min e hestî sebra min xweziya min newaya min, sitrana min e hestî zerdaliya çiqilê dara min e hestî Zilamek: zimanê me wenda bû em bi zimanê hestiyan dijîn Jineke din: zemanê me wenda bû em di zemanê hestiyan de dijîn Derwêş em di berîêvara mîtosên kevin de di şeveqên xeyalên nû de dema xwe diafirînin Jineke din: çiroka me bi korerêyekî dest pê dike bi korejanekê xilas dibe di korekolanên korebajarekî de (Ev helbest ji ber sirgunê nîvco ma ye, dê êdî hew temam bibe ev helbest…) 23.7.2012 *Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Erd Agron şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz