Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Erd Agron

Erd Agron

2 görüntülenme 0 beğeni
ji J.P. Sartre re… ez siyek bûm siya kê bûm, nizanim dema şarapnêlên sar di laşe min de hêlîn çêdikirin ruh bi min ve dihat dibûm gewdeyek bi can û xwîn dicoşiyam kêfxweş dibûm şa dibûm dema ez hedibûm beriya mirinê piştî jidayikbûnê min dixwest hemû mermiyên ji namlûyan dipekiyan di singa xwe da binixêmim. jiyan jiyan e qey mirinê bide bêrîkirin an mirov siyeke dîsa xwe dide talda her peykerê ker-r (ez weke siya her bedena xalî tu car nabim ez) di dema niha de dîl bûm rawestiyayî ne bîranîna paşerojê ne xeyala pêşerojê bi keziyên Newrozan dijiyam gulavêtinê ji bîr kiribûn bi xencera dostan hedibûm. (dizanim ji cendekê xwedayan tu nabî xwedîgiyan aqil çi bi serê me de anî ey benîadem!?) ez siyek bûm ji ku hatibûm bi ku ve diçûm? bê bersiv… li welatê sî di bin siya balefiran paletên tangan de giyan digire ji kezeb diqîre bi ser peykerê zarokan de teyrê sî mir! *Dîwana Hestiyan, 2018

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Erd Agron şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz