Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

3 görüntülenme 0 beğeni
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff (geff) Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz