Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

3 görüntülenme 0 beğeni
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şahî û te’lî Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim Di batin şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî şalî Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba Gellek sîm û gellek şîba, me havêtin, cîger nalî Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz