Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Di vê parçeya hêja de Ehmedê Xanî li ser atomê jî radiweste gava dibêje: “ Eger tiştekî pir mucezza bikin Qebûl naket êdî tecezza bikin Heyûla tu nînin eedîm û eedîm Dinê kafir e ê dibêjin qedîm..” Li ba te muheqeq bitin ev cewab Duhî gote min hatif bê h’îcab Se ehmedo thenake (????? ???? ) bî qewlîn seh’îh’ Li tewhîdê Barî(??????) bi lefzê fesîh’ Xwedê yek e, bê hevrêyo bê heval Ne meezoliye, ne mirin, ne zewal Ne esl û ne fesl e, ne da û ne bab Heye û heyîna wî nabit hîsab Ji bo wî tunîn cîhat mekan Ne manend û mîthal û hemta nîşan Mekanan mebîne ji bo wî rewa Nîhayet eelel eerşî qed îstewa Li wî ra neborîn ne weqt û zeman Ne sal û ne mah û ne h’în û ne an Ebed wî hebîtin ezel her heye Di dunya û u’qba xudanê me ye Ewî afirînand dem û cumle xelq Nihin xeyrê û qet tu xaliq bi heq Resûlê di wî cumle heq in temam Xisûsen Muhammed eleyhîsselam Ku ser defter cumle aalim ew e Nibowete mektûb û xatem ew e Xwedê aferînand ji bo w î felek Ji bo xidmeta wî şiyandî melek Ku qura’n ji eerşan digel wî hinar Ji boyî h’ebîbê xwe îxtiyar Ji bal xwe buraqek ji wî ra şiyand Li zînek muzeyyen ew roniyand Buraq digel refrefê dest bi dest Bi emrê Xwedê ew birin pîşê dest Di heft asîmanan Xwedê ew gerand Helanîn Xwedê perde, rakir nîqab Cemala Xwedê dît ewî bê h’îcab Du caran bi çavan cemala wî dît Lê derrê (?? ????? ) melaê dibêjin nedît Mebe sebebê munkîrê qed rea (?? ???) Ji xelqê tumaron eela ma yera (?????? ??? ?? ???) Eger tu dibêjî li ku dî Xweda Xwedê ku li nik Sîdretulmunteha (???? ???????) Muh’eqeq bizan wî Xwedê dîtiye Nîhayet nizanit h’eqîqet çiye Ji bo wî tu nine ne mîthal û şebîh Kesê wesf biket dê çi bêjit bedîh Sîfat di sebee(???) ji bo Zulcelal Bizane heftin ê aarifê bîlkemal Heyat û Zanîn, Qudret û Vînê, Kelam Bihîstin digel Dîtinê bû temam Qedîm in wekî zatê cumle ê zat Xwedê nîne cewher, ne cîsm û ne eered Ne kul, ne beed bizan bê xered Eger bê guneh me mueezzeb biket Ji bo wî heye me mueezzeb biket Rewa ye biket ew li eebdî meşaq Bi qehra xwe teklîfê ma la yutaq (?? ?? ????) Bi zulmê eger ew tekelluf biket Di mulkê xwe da ew teserruf diket Li me ferd e her çî ji bow î bikêr Ne ferd e li wî ya ji bo me bi xêr Iradet diket ew bi xêr û şeran Rida nîne emma bi fîîla şeran Bizan bende muxtarê fîîla xwe ye Ne xaliq ne mecbûrê fîîla xwe ye Muwafiq nebin qewl û niyyet, eemel Li ba me dimînit îman bi xelel Mirovê bi îman di dojê muqîm Namînit bizan tu h’ekîm Musilman bi qetl û zînayî tu car Ne kafir dibit ne muxelled di nar (??? ) Ji meesiyetan wacib e tewbe zû Guneh nine tewbe divîtin li dû Ne meezûr e cahil ku xafil bitin Ji Xaliq bi cehla xwe xafil bitin Mirovê nizane delîlan durist Dibêjin bi teqlîdê îman durist Di weqtê eezaba Xwedê ket nizûl Bi ser kafiran danîne îman qebûl Wekî ji bo aasiyan nîne tewbe ricû’ (????) Ji weqta kî roj ji mexreb be tilû’ (????) Ji fîîla gunahan nebî ne berî (????) Ji qîsmê jinan nine pêxemberî Weliyan keramet dikin jê zuhûr Dikin herfê aadet gelek jê sudûr Xwedê dê bibînin musilman bi çav Wekî li sayî bitin hîva şivav Ji bîr dê bikin nîîmeta cennetê Wekî bi dest keve dewleta riwiyyetê Betal e tenasux, meh’al e h’ilûl Meke îîtîh’ada du tiştan qebûl Eger tiştekî pir mucezza bikin Qebûl naket êdî tecezza bikin Heyûla tu nînin eedîm û eedîm Denî kafir e ê dibêjin qedîm Meke lic (1) di Luqman û Iskenderî Ji bo wan ne meerûf e pêxemberî Yezîd î mirî leenetê lê meke Be lebed (2) xebîsî xwe têkil meke Melayîk şeyatîn Cînan û wicûd Heyin ta negê bona wan cih’ûd (????) Wekî yek in ev herdu pîşk temam Di rizqî te yêd h’elal û h’eram Bêjme te fedla seha’bê Resûl Bi can bawere bi dil ke qebûl Ebo Bekir sedîq e yar e şefîq Ew thanî (???? ?????) îthnan di xarê (???) refîq Ji ewwil di fedla sehab sermed ew e Kerîm û eezîz sah’ib keramet ew e Di pê wî bi h’eq U’mer dîn penah Bi feth’ê di wî şane xundkar (3) Xîlafet kemer ji bo mecala wî best Ji h’ukmê wî pişta muxalif şikest Di pê wî ve Osman bi h’eq bû h’ekîm Ji Kerrarî (4) efdeltir e bê guman Eve îîtîqada me der h’eqê wan Di pê wan Elî sahibê Zulfîqar Suwarê li Duldul şehê namdar Tefewuq li serî di mayî heye Bi meena birayê Resûlê me ye şefaeet dikin ewliya û enbiya Bi îzna Xwedê bo kesê eşqiya Di xeybê h’idorê duaa ye ether (??? ?? ???) Dibînit ji bora eyaba (?????) xeber Bi fîîlê di qenc tu meke minnetê Bi fedla Xwedê dê biçî cennetê Bihişt û cehennem heyin vê demê Fena nabin ew naçine eedemê Yeqîn dê bibîtin di Yewmilqiyam (??? ??????) Hîsaba h’elalî û eezaba h’eram Ji bo ehlê xeyran necat û rîda Ji bo ehlê şeran îîqab û ceza Di qebrê da dê bit ji xelqê mirî Suala Nekîrî digel Munkerî Di h’eşrê teraz (5) û mîzan heye Xerabî û qencî û kêşan (6) heye Sîrat ew pira bi xewf û xeter Cemîîê xelaîq dikin lê nezer Cehennem li bin da û cennet li pêş Li ser wê îlahî tu destim bikêş Weger ne (7) ez î mucrimê bed eemel (???) Dizanim ku dê bîte ser min xelel Bi fîîlê di min ya îlahî neke Digel min bi îh’san û lutfa xwe ke Min û cumle ummeta Mustefa Bibî cennet tabîêê (?????) Mustefa (1) Lic: Cîdal (2) Lebed: Xebaset (3) Li ber peyva xundkar (sah) hatiye nivisandin û xuyaye ev peyva rastir e di vir de (4) Kerrar : Imam Elî ye (5) Teraz: Mîzan (6) Kêsan: Hesab û lêpirsîn (7) Weger ne: Eger ne, Heger ne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz