Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ewwel biriqî ji husnê sermed Nurek buye me’neya Muhammed Ew nur bi emrê ‘alîm-ul xeyb Bu menşeê feyzê ‘alema xeyb Erwah ji me’neya pêxember çêbun mesela nebat û şeker Bu eslê esîl û cumle nefsan Nefsa su’eda û nefsê nehsan … Hêja ne ev zemîn ne ev sema bu Ew serwer ê cumle enbiya bu Xelqa felekan ji bo wî ra bu Secda melekan ji bo wî ra bu Ew rehmet-î cumle ‘alem în bu Adem di meyan-i ma û tîn bu Pêxember ê cemî’ê cuz û kull bu Adem bi xwe hêj av û gil bu Ew pencereya cemalê Barî şemsa feleka dilê di tharî Gava kete suretê cîhanî Pêxemberê axîrî-z zemanî Wî berzex ê mumkînat û wacib Wî padîşahê li şiklê hacib Mensuxî kirin wî dîn û millet Me’lul-î kirin ‘elîl û ‘illet … ‘îsa dema dixwendî incîl Behsa Wî dikir bi wehy û tenzîl Go “Mujde didim Resulê Emced Dê paşê mi bê bi navê Ahmed” De’wa xwe dikir bi dest û ezman Destê Wî bi seyf û dev bi Quran Xweşxîlqet e, hem resul e hem mîr Pir hîkmet e, hem kîtab e, hem şîr … Ey padîşahê bilindepaye Xurşid ê felek nişîn û saye Ne’tê te bi ‘ilmê min muhal e Meddah ji bo te zul celal e Ez dê çi bibêjim ey şehînşah Wessafê te ye kelam ê Allah şaha, ji te ra xweş îsm e Yasîn Taha, ji te ra tilism e Ta-sîn Her ev e bes e ey hebîbê muxtar Barî ji te ra bi jî te sond xwar Sed car bijî te ey keremkar Ger dê me hebin guneh du sed bar Sed mertebe gerçî em xirab in Emma ji te na-umîdî nabin Ferhengok: Sermed: Ebedî. ‘alîm-ul xeyb: zanayê xeybê Ellah. Menşe: jêderk, kok. Erwah: Ruh temam. Su’eda: bextewar û se’îd. Nehsan: Bêyom, bêbext. Sema: Asîman. Xelq: Afirandin, heyat dayîn. Ma: av. Tîn: herî. Cuz: Yek. Kull: Giş, Hemû. Gil: herî. Barî: Nav ê Allah Te’ala. axîrî-z zemanî: zemanê dawîn, ê paşî. hacîb: perde. Mensux: bethal. Xurşid: ro, thav. Saye: sî. Ne’t: pesn. Meddah: pesndar. Emced: mezin. şîr: şur. Ezman: ziman

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz