Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket belayê zulf Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran Serxoş û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan Serxoş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf şêx û mirîd û salikan, şah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û şaîran „Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf )

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz