Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan Bi nefş û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê Vemeşya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî Ruhê şirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîşanê Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na Ji Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz