Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edward Thomas

Edward Thomas

2 görüntülenme 0 beğeni
Tê bêyî? Tê bêyî? Wilo bi derengî Tê bêyî bi siwarî Li kêleka min? Lêlê, tê bêyî? Tê bêyî? Tê beyî, Şev be, Şevê heyv be, Geş û çardehşevî be? Lêlê, tê bêyî? Tê bihatayî? Tê bihatayî, Heke nîvroyê Ronahî bida, Ne heyvê? Bedewê, tê bihatayî? Tê bihatayî? Tê bihatayî Bê lûtberzî, Heke hê jî Beyanî bûya? Delalê, tê bihatayî? Heke tu bêyî, Lez bik bilezîn bê. Kundan xwend; Tarî dikeve erdê, Dereng e bo siwariyê. Delalê, bedewê, bê. *Ji Ingilîzî: Kawa Nemir *Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edward Thomas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz