Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edward Thomas

Edward Thomas

2 görüntülenme 0 beğeni
Erê, Adlestrop tê bîra min – Navê wê derê; lewma piştî nîvro bû, Germ bû, trêna ekspres ne bi asayî Nêzîkî wê derê bû, sekinî. Dawiya Pûşperê bû. Dûkelê kire kufînî. Yekî gewriya xwe paqij kir. Kesî nehişt neçû, kes nehate Ser platforma xalî. Tiştê ku min dît Adlestrop bû – bi tenê nav Û darên bî, erxewan û çêre, Mecrîsok û gulqîçikên hişk bû, Çu pirîskek kêmtir û bi tenê ciwan nebû Ji gewaleyên evra yên li esmanan. Di wê kêliyê de, li ciyekî nêzîk, dîkekî avî Xwend, li der û dora wî ya mijdartir, Li cîwarên dûrtir, hemû balindeyên Oxfordshire û Gloucestershireê jî pê re. Çile 1915’an 1917 *Ji Ingilîzî: Kawa Nemir *Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edward Thomas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz