Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edward Thomas

Edward Thomas

2 görüntülenme 0 beğeni
Deverên jêrîn dê tavê ji dest bidin, alîsoma* spî Dê ji dest bide vizîniya mêşhingivan; Lê serî û şûşeya di keştiyê de pal dayî Dê çu carî ji hev veneqetin, Heta ku ez wekî nîvê şevê serma bikim, saetên min giş Bibine kulîlkên bê mêşhingiv. Mêrikî ne dibîne, ne dibihîze, ne bêhn dike, ne jî dipokile, Vedixwe û hew, Bi bêdengî, li baxçeyê ku qurmên daran tê de pal nedane Bêdengtir. *Alîsom: (Bi Îngilîzî, alyysum) Celebekî gulan e. (K. N.) *Ji Ingilîzî: Kawa Nemir *Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edward Thomas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz