Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edward Thomas

Edward Thomas

2 görüntülenme 0 beğeni
Zarokan girtibûn navek li wê kiribûn; Lê ti kesî hez nedikir jê, tevî ku ne bê xwedî Bû, ku dema razanê dihat, davêtine derve, Ê têjikên wê jî ji xwe re dixeniqandin êdî. Li gel hindê, wexta biharê, vê pisîkê Mirîşkên reş, boqije, bilbil digirtin û pûrteve dikirin, Û balindeyên deng, pûrt û fira wan kaw, Her wiha kurtêlên gilêşdankên dercîranan. Wê ez bê zar kiribûm, lew bîzê min lê nediçû; Deqeke li ser sîngê boqijeyekê, ne derew û virr, Hêjayî milyonek hebên wiha bû; lê tu were, Temenekî dirêj kir, ta ku Xwedê ew gorrberde kir. *Ji Ingilîzî: Kawa Nemir *Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edward Thomas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz