Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Edward Thomas

Edward Thomas

2 görüntülenme 0 beğeni
Barana ku barî bi şev û roj û şevekê, Vêsa xwe digire tevî tava Vê roja zenûn a bê henase. Roya çav zûr kirî Dibîne bê çi qewimî, çi ciriya. Rêya li binê daran, tixûbekî wê yê nû çêbû Ji dena erxewanî Li nava tixûbê çêreya barîk a geş: Ji ber ku peritî Hemû Sermaweza pelan li dû xwe hiştî, Weriya ji bindeqan, givîjan Û ji darên balatir. Li seranserê rêlê, Çu pelekî mirî naweşe Ser çêreya gewr, kevza kesk û tilîpera narinciyê çîk, Bi verabûna bê re: Pelçimikên ku ji benava pel werandî didêrin, Bi sivikî belavî Ser rêyê dibin mîna masiyê biçûk î reş, çawa nexş û nemûr, Dibêjî qey ruh bi wan de hatiye. Tiştê ji bê jimar çiqlên li vê derêkê de dahêlayî, Ew çend hişk û rût, Danzdeh sêvên zer in, çi rind e mirov wan dibîne Li ser dareke pelweş. Û li ser her şaxeke her dareke di dolê de, Bê jimar Belorên hem tarî, hem jî geş, ên barana Ku careke din dest pê dike dibare. *Ji Ingilîzî: Kawa Nemir *Çavkanî: yeniozgurpolitika.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Edward Thomas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz