Westiyam..
ji ezazîlê di çavên te de…
Westiyam..
ji çîrok û dîlana ezazîlan…
Westiyam..
ji bêdengiya xwedan..
û bihinfirehbûna..
sîngên sûtandî..
bejnan ditewînin..
ji qederê re …
Dagîr kiriye zagonên wê..
xewnên meyî biçûk..
û va dîsan didize..
lavên dayikan..
li ber serê zarokan...
Ey êşa nexuyayî êdî bese..êdî bese…
Xwe bide xuyakirin..
ta ez te bi darvekim...
----------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön