Ji nuh ve..
Qeyika hêviyan..
lêgerînê dike.. di deryan de…
Li evîndarekî.. pêlên xapandinê..
ew dûr dixist...
Qeyik li Geravê.. rawestiya…
Li evîndar digeriya...
çi bibîne?
Heyveke şikestî,gulên sûtandî,
ewrekî tarî, kelogirî…
( Goristana evînê)
Li ser kêla her gorekê..
hatiye nîvîsandin..
Ji derdê evîneke derewîn..
em westiyan..
û... li vir civiyan...
----------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön