Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdilselam Xoce

Ebdilselam Xoce

2 görüntülenme 0 beğeni
Li ser riwên deryan.. romana evîna xwe dinivîsim… Bi tîrêjên rojê re.. tîp bi tîp dineqişî nim… Di berbanga sibê de.. bi sura bê re.. li gul,çîçek.. û nisrînan belav dikim… Dikim awaz ji.. çûk, bilbil û şalûran re… Xurçika kerwanê omîdê.. ji hestên nazik tije dikim.. û kerwan bi rê dixim… Emanet.. ji her kesî re bixwînin.. ji bîr nekin… Li cem qurmê.. ku hinava Siyamend qelaşt.. rawestin. Bi Xecê re bikin halan û…………?!!!!!! Bêjin.. di wê şevê de, li qiraxa giraveke jibîrkirî.. min perçak ji dilê xwe winda kir… Roj diçû ava,roniya wê.. çîrokek.. ji çîrokên min didizî. Di wê şevê de.. li ser şêlaka şilbûyî.. min ava dikir.. Kişwarek ji hêstiran.. û ji tîrêjên rojê.. torîneke ji leylanê.. min dineqişand… şeva çû.. tîrêjên rojê.. pasevaniya torînê berdida.. Pêlên derya.. kişwera hêstirêt min wêran dikirin… Di nîvê şeva çû de.. omîda min winda dibû.. û evîna min dibû.. helbesteke xem gîn.. di torîna leylanê de. ---------

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz